Malbata Dedeogullariyan hat bibîranîn: ‘Ev hesab ji kesî re namîne’

30-07-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Merasîmek bo bîranîna malbata Dedeogllarî hat sazkirin
Merasîmek bo bîranîna malbata Dedeogllarî hat sazkirin
Nîşan Malbata Dedeogllarî Konya Qers
A+ A-

Konya (Rûdaw) - Li Goristana Saracogluyê ya naveçeya Meramê ya Konyayê merasîmek ji bo bibîranîna Malbata Dedeogullariyan hat sazkirin.

7 endamên malbata Kurd a Dedeogullariyan a ji bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê ku li Konyayê bicîh bibûn 30ê Tîrmeha 2021ê ji aliyê cîranên xwe ve di êrîşeke nijadperestî de hatibûn kuştin.

Îro gelek xizmên wan 7 qurbaniyan, serdana Goristana Saracogluyê ya Meramê kir û  li ser rihê cangoriyên xwe beyt û zêmar sitirîn.

Tevî ku du sal derbas bûne jî êşa mirovên qurbaniyan her weke roja ewil maye.

“Ev kiryar ji kesekî re namîne”

Yek ji mirovên Malbata Dedeogullarî Erol Şan got: “Du sal derbas bûn lê hêj birîna me taze ye, em wan heta roja mirinê jî ji bîr nakin lê ev kiryar ji kesekî re namîne, bila her kes hisabê xwe baş bike, 7  insanê me ketine binê erdê û ev hesab ji kesî re namîne.”

Di merasîma duyemîn salvegera kuştina 7 endamên Malbata Dedeogullariyan de li gel mirovên qurbaniyan parêzerên malbatê û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) ê Mersinê Alî Bozan jî amade bû.

“Ji ber nasnameya xwe ya Kurdî hatin kuştin”

Parlementerê YSPê Alî Bozan got:

“Li kêleka hev 7 kêlik hene, taybetiya wan ew e ku ew kes bi hev re dijîn endamên yek malbatê bûn lê xala hevbeş ya sereke ya wan 7 kesan ew e ku ew Kurd bûn û ew ji ber nasnameya xwe ya Kurdî hatine qetilkirin.”

Beşdarên merasimê piştî goristanê derbasî cihê kuştina 7 endamên malbata Kurd bûn, li vir jî li ber deriyê xaniyê malbatê yê ku bi temamî boyaxa reş hatiye boyaxkirin gotar hatin peşkeşkirin.

"Dê bibe şerma Komara Tirkiyeyê”

Parêzerê Malbatê Atîlla Kart jî got: “Eger di nava salekê de ji bo bi temamî ronîkirina vê meseleyê, gavên pratîk neyên avêtin, em ê li ser navê mirovahiyê, li ser navê hiquqa insanî bi keda xwe vî xaniyê ku bi boyaxa reş hatiye boyaxkirin bikin Muzexaneya Şermê û ev jî dê bibe şerma Komara Tirkiyeyê.”

Roja 30ê Tîrmeha sala 2021ê kesekî bi navê Mehmet Altun li bajarê Konyayê êrişeke nijadreperestî li dijî malbata Kurd pêk anî û di encamê de Yaşar Dedeogullarî hevjîna wî Îpek Dedeogullarî zarokên wan Metin, Bariş, Serpîl, Serap û Sîbel Dedeogullari hatibûn kuştin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst