QERS - Ajeldar ji bazara qurbanê nerazî ne

26-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Bazara Qurbanê li Qersa Bakurê Kurdistanê. Wêne: AA
Bazara Qurbanê li Qersa Bakurê Kurdistanê. Wêne: AA
Nîşan Qers Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tenê du roj mane ji bo Cejna Qurbanê û berî cejnê li bazara ajelan a Qersa Bakurê Kurdistanê tevgereke zêde heye. Lê belê ajeldar ji rewşa bazarê ne razî ne û dibêjin, ji ber rewşa aborî ya xirab û bihabûnê xelk nikarin ji bo qurbanê pez û dewaran bikirin

Li Qersê, gundî û ajeldarên ku dixwazin pez û dewarên xwe bifroşin berê xwe dane bazara ajelan. Lê ji rewşa bazarê nerazî ne. Ew dibêjin xercî zêde bûne û xelk ji ber bihabûnê nikarin pez û dewaran bikirin.

Ajeldarekî Qersî yê bi navê Adem Uluçay dibêje: “Tiştekî mirov bibêje nîne. Ajel û qurban bi zehmetî tên firotin. Êm biha ye û xerciyên ajelan gelekî zêde ne. Çiwalek êm bûye 400 lîre. Xelk nikare bi erzanî bifroşe û welatî jî nikarin bikirin.”

Bihayê xerciyên ajelan li gor sala par 3-4 qat zêde bûne û vê yekê bandor li nirxên qurbanan jî kiriye. Li bazaran pez û bizin di navbera 5 hezar heta 10 hezar lîre û çêlek jî di navbera 50 û 100 hezar lîre de tên firotin.

Ajeldarek din dibêje: “Wek zindî 600-650 kîlo ye. Em bi 80 hezar lîre difiroşin. Em dikarin li ser bihayê wê bazarê jî bikin. Em li hêviya mişteriyan e.”

Qers li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yek ji navendên girîng ên ajeldariyê ye û bi 620 hezar 598 serî dewar di rêza çaremîn de ye. Herwiha li Qersê 645 hezar û 124 serî pez û bizin hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst