Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji serkeftina Erdogan dilgiran in

30-05-2023
Loloxan
Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji serkeftina Erdogan dilgiran in
Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji serkeftina Erdogan dilgiran in
Nîşan Rojavayê Kurdistanê ‌Hilbijartin 2023 Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdên Rojavayê Kurdistanê derbarê serkeftina Recep Tayyîp Erdogan bo Serokkomariya Tirkiye heta 5 salên din dilgiran in.

Cilfiroş Hozan Ebû Bekir got “Weke Kurd me nedixwest Erdogan bi serkeve ji ber ku Erdogan însanekî ne baş e, însanekî teror e. Kurd xistine serê xwe ku miletekî zilimdar in lê em miletekî mezlûm in. Erdogan gelekî tedê li me kiriye. Ev 10 sal in bi ruxseta Tirkan zilma herî pîs li Kurdan kiriye.”

Tirsa Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji wê yekê, careke din Erdogan bi hiceta dijayetaiya PYD-YPG-HSDê êrîşî navçeyên wan bike, di dema ew bi xwe ji ber dorpêçê û derencamên şerê navxwe yê Sûriyê di rewşeke xirab de derbas dibin.

Dikandar Hiznî Silêman dibêje “Erdogan rûnanê. Erdogan jê were wê xwîna Kurdan vexwe. Erdogan tika tiştên xwe nake. Heviya me ew bû yekî din were bikeve şûna wî bigre. Dîsa êrîşeke nû çêbibe, dê hemû talan bibin, hemû dê dîsa bi çolan bikevin, bi deveran bikevin.”

Bi nerîna Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi rêya hevtêgehiştin û berjewendiyên hevbeş tenê pirisgirêk tên çareserkirin û aştî dibe destpêka misogerbûna çareseriyê.

Dikandar Mihemed Eşref anî ziman “Em naxwazin şerê Tirkiye bikin, û ti meremên me li nav Tirkiye nîn in, Tirkiye meremên wê hene. Em tiştekî ji Tirkiye naxwazin, tenê em aştiyê ji Tirkiye dixwazin, em naxwazin Tirkiye êrîşî me bike, ji ber navçe bi xwe di rewşa şer de ye.”

Berî hilbijartinên parlamento û serokkomariyê yên Tirkiyê di 14ê Gulanê de, gelek hewlên asayîkirina peywendiyan di navbera Tirkiye û Sûriyê de hatine dayîn, lê biser neketin. Di dema di şeva serkeftina xwe de Erdogan gefa êrîşê li Rojavayê Kurdistanê xwar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst