Di Doza Kobaniyê de endamekî din ê dadgehê hat guhertin

29-11-2021
RÛDAW
Nîşan Doza Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heftemîn Rûniştina Doza Kobaniyê 29ê Mijdarê li Enqerê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê destpê kir.

Di Doza Kobaniyê de tevî hevserokên HDPê yên berê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, 20 girtî bi tevahî 108 endam û berpirsên HDPê tên darizandin. Nûnerên baroyên Riha, Mêrdîn, Amed, Êlih û Îzmîrê û gelek parêzerên endamê saziyên sîvîl jî Doza Kobaniyê dişopînin.

Piştî dozê destpê kir, endamekî din ê dadgehê hat guhertin. Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê, di dozê de amade bûn û girtiyên li girtîgehên din û kesên din di dozê de tên darizandin ji bajarên Kocaelî, Stenbol û Edîrneyê bi rêya sîstema SEGBÎSê beşdarî dozê bûn.

Serokê dadgehê, hinek belgeyên nû ku ji aliyê saziyên dewletê ve hatibûn şandin li dosyeyê zêde kir û xwend. Serokê Dadgehê li ser belgeyên nû, nêrîna dozger wergirt, lê nexwest mafê axaftinê bide parêzeran.

Piştre parêzer Cihan Aydin ji dadgehê daxwaza axaftinê kir û got: “Divê hûn mafê axaftinê bidin me jî. Gelek belge li dosyeyê hatin zêdekirin. Di nav desteya we de guhertineke din jî heye. Berê jî serokê dadgehê ji kar hatibû dûrxistin. Niha jî endamekî din heye. Hê nebûye 10 meh, 2 endamên dadgehê ji kar hatin dûrxistin. Wezareta Dadê, wek aliyekî midaxeleya desteya dadgehê kir û 2 dadwer ji kar dûrxistin. Em nizanin hûn dê heta kengî li wir rûnin. Pêwîst e derbarê endamê nû de hûn agahiyê bidin me û miwekîlên me. Divê em guhertina di desteya dadgehê de bizanin. We pêştir derbarê guhertina serokê dadgehê de jî bersiv neda me.”

Doza Kobaniyê bi parastina kesên tên darizandin berdewam e.

Bûyerên Kobanî

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe û xeteke mirovî ya alîkariyê li sînor bê vekirin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirov a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê, wê demê zerar gehiştibû hezar û 113 avahiyan jî.

Yekemîn rûniştina dadgehê li ser wê dosyayê piştî derbasbûna 6 salan di ser bûyeran re, roja 26ê Nîsana 2021ê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst