Ozgur Ozel ji bo Wanê heyetek ava kir

03-04-2024
Nîşan Ozgur Ozel Abdullah Zeydan Wan Heyet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, ji bo wanê heyetek peywîrdar kir.

Heyeta ku ji aliyê Ozgur Ozel ve hatiye avakirin ji parlamenterên CHPyê Sevda Erdan Kiliç, Sezgîn Tanrikulu û Mahmut Tanal pêk tê.

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bû yekem.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel doh bertek nîşanî vê biryarê da û got, “Ev xefk e.”

Serokê Şarederiya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî gotibû, “Ev, nasnekirina îradeya gelê Wanê ye.”

Ozgur Ozel piştre jî biryar da heyetekê ava bike da ku rewşa Wanê bişopîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst