Ozgur Ozel li ser Wanê daxuyanî da: Ev xefk e

02-04-2024
Nîşan Ozgur Ozel Abdullah Zeydan Erdogan Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ozgur Ozel got, “Dema roja înê herin saet 16:55an serlêdanê betal bikin, ev dibe binpêkirina Îradeya gelê Wanê, ev xefk e.”

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bûbû yekem.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an, wekî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat hilbijartin û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Lê Abdulahat Arvasê ku 27,15ê dengan standibûn mazbata wergirt.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel piştî vê yekê bi daxuyaniyekê bertekeke tund nîşan da.

“Ez hişyariyê didim Erdogan”

Ozgur Ozel di daxuyaniya xwe de bal kişand ser îradeya gelê Wanê û got:

“Gelê Wanê bi ferqeke gelekî zêde yek ji xwe wekî serokê şaredariyê hilbijartiye.

Barê stûyê me tevan e ku e rêzê li vê biryarê bigirin.

Rezaleteke wiha ku mazbatayê bidin namzedê duyem dê hemû gotinên Erdogan li ber avê bibe.

Wan ev yek li Stenbolê jî kir lê berdêleke giran da.

Ez hişyariyê didim Erdogan, dê ev hewldan hemû gotinên wî pûç bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst