Girtina Merdan Yanardag bû sedema nerazîbûnan

28-06-2023
Girtina Merdan Yanardag bû sedema nerazîbûnan
Girtina Merdan Yanardag bû sedema nerazîbûnan
Nîşan Merdan Yanardag Nerazîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevan Merdan Yanardag ji ber ku gotibû girtin û tecrîdkirina rêberê PKKê Abdullah Ocalan ne dadmend e, hatibû girtin û doh dadgehê bi tometa ku wî propaganda rêxistina terorê kiriye û pesnê tawan û tawanbar daye biryara girtina wî derxist.

Hejmarek kesûkar û hevpîşeyên rojnamevan Merdan Yanardag li Stenbolê li ber dadgehê kom bûne. Ew li beramber darizandina wî rojnamevanî nerazîbûna xwe tînin ziman û daxwaza dadperwerî û azadkirina wî dikin.

Wî rojnamevanî Yekşema borî di bernameyeke televîzyonî de gotibû li zindanê tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne yasayî ye.

Serdozgeriya Giştî ya Stenbolê bi tohmeta “pesnê tawan û tawanbar û propagandeya rêxistina terorê” biryara desteserkirin û darizandinê da.

Dema polîs çûn da ku Merdan Yanardag desteser bikin wî di weşana zindî de bername pêşkêş dikir.

Rojnamevan Merdan Yanardag di weşanê de got, “Temaşevanên hêja, hevkarên min di guhê min de dibêjin, polîs hatine, ez bawer im agahdarkirinekê derbarê lêkolînê de didin. Li xwar li benda min in. Piştî ji bernameyê derkevim dê agahiyan werbigirim an jî em dizanin ka bo çi hatine.”

Desteserkirina wî rojnamevanî bû sedema nerazîbûnan û hevserokên HDPê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî, “Cihê şermezariyê ye ji bo welatê me ku rojnamevan Merdan Yanardag li ser beşeke gotara xwe hatiye desteserkirin ku tê de bi bîr xistiye ka hikûmetê çi kiriye û ji bo çi? Divê yekser ev xeletî bê rastkirin û Merdan Yanardag were azadkirin.”

Serokê MHPê Devlet Bahçelî roja Sêşemê li ser vê helwêsta Serokê CHPê bersiva rojnamevanan da û helwêsteke dijwar nîşan da.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî got, “Ew ne di rojeva me de ne. Bo xiyanetê azadî nabe.”

Merdan Yanardag roja Sêşemê bi biyara dadgehê hat girtin. Di rûniştina dozê de wî tohmet red kirin û parêzerê wî jî dibêje, gotinên miwekîlê wî hatine montajkirin û ew dê biryara dadgehê îtiraz bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst