DÊRSIM - Nerazîbûna li dijî projeya kargeha bermahiyan berdewam dike

11-02-2025
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Kargeha Paşmayan Nerazîbûn
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li gundê Tulukê yê Dêrsîma Bakurê Kurdistanê, nerazîbûna li dijî bicihkirina projeya kargeha bermahiyan berdewam dike.

Makîneyên kar di bin kontrol û parastina leşkeran de çûn herêmê da ku dest bi çêkirina kargeha bermahiyan bikin.

Jîngeparêz û gundiyên herêmê li pêş makîneyên kar rawestiyan û wan bi sedema ku dê jîngeh û ajelên kovî zerarê bibînin, dawxaza rawestandina projeyê kir.

“Proje dikare li herêmên ji cihên çandiniyê dûr bê avakirin”

Parêzer Ozgur Ulaş got:

“Ev proje dikare li erdekî beyar û ji cihên niştecîbûnê yên jiyana mirovan û herêmên çandiniyê dûr bê avakirin.

Me gelek caran ev yek anî ziman. Divê li van qadan bê avakirin.

Li gorî xalên peywendîdar ên yasayê jî divê were tesbîtkirin ka ev proje dikare li nav qada daristanê bê avakirin an na.”

Gundî dibêjin ku ew dixwazin herêmê vala bikin û qebûl nakin ku jîngeha wan bê tunekirin û gorên wan di bin zibil de bimînin.

Her wiha dibêjin wan di komkujiya 1938an de koç nekiriye û niha jî ji gundên xwe koç nakin.

"Ev der ji bo vê projeyê ne guncav e”

Niştecihê Dêrsimê Mehmet Mukan ji Rûdawê re got:

"Ev der ji bo vê projeyê ne guncav e, li derdora wê daristan û gund û mezra hene.

Daristin dê ji holê rabe. Li gelek deverên din cihên guncav hene lê li wê derê çênakin.

Ez nizanim bi çi aqilî biryara vê yekê dane. Diyar e ku dixwazin gundên me vala bikin.”

"Ji Xwedê bitirsin"

Nişteciha Dêrsimê Fatma Mercanê jî got:

“Ma li nav bajêr çêbûna zibilxaneyê ne tiştekî normal e, li her aliyê me xanî hene, bi vî rengî nabe.

Em vê yekê naxwazin. Em heywanan xwedî dikin. Em mirovên xizan in, em dê biçin kû derê?

Ji Xwedê bitirsin û dilovan bin."

Gundiyan li dijî projeyê agir pêxist û luqmeya Xizir belav kir.

Projeya kargeha bermahiyan dê bi 15 hezar euroyan bê çêkirin û li gorî rapora pisporan, proje dê li nav daristanê bê bicihkirin û tê texmînkirin ku nêzîkî 55 hezar dar bên birîn û her wiha bandoreke neyînî li tenduristiyê mirov, çavkaniyên avê û sektora çandinî û ajeldariyê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst