Li Marînûsê nerazîbûna li dîjî kanzayan: 'Karê wan dizî ye!'

01-05-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Gundê Marînûsê Kanza Nerazîbûn
A+ A-

Colemêrg (Rûdaw) - Li gundê Marînûsê yê Colemêrgê nerazîbûna xelkê ya li dijî kompanyaya derxistina kanzayan berdewam e.

Ji pîremêrên 70 salî heta ciwanan, xelkê gundê Marînûsê, hûr û gir li serê rêya gundê xwe bi dar û gopalan sekinîne.

Çalakî û nerazîbûna wan li dijî kompanyayên madenê ye.

Ji ber ku bi gotina wan, kompanyayên li gundê wan ên ku madenê derdixin, jîngeha gundê Marînûsê têk didin.

“Em dikin nakin ji erdê me dernakevin”

Xelkê gundê Marînûsê Purmuz Kurt got:

“Temenê min 60-70 sal e, heta niha em li vir dijîn û kesekî zilm û zordarî li me nekiriye.

Lê ev çend sal in çend kes ji Enqere, Elbak, Gever, Çelê û Colemêrgê hatine bi çend kesên me yên xayîn re bûne yek.

Hatine li ser erdê me madenê derdixin. Ev bû 3 sal in em dikin û nakin ji erdê me dernakevin.

Nizarê me wisa lê kirine ku û êdî pezê me nikare avê jê vexwe ji ber ku av şêlû bûye.”

"Dewlemend jê dixwin em feqîr tiştekî jê nabînin"

Xelkê Marînûsê Remezan Ozer wiha anî ziman:

"Ew 10-15 sal in erdên me dikolin lê em tiştekî jê nabînin û ew hemû ji xwe re dibin.

Dewlemend jê dixwin em feqîr tiştekî jê nabînin. Em dixwazim bê girtin û nexweşî nebe.

Em naxwazin ji bo kesî bibe bela bila hema ji erdê me derkevin.”

Nêzîkî 20 sal in ku li geliyê Marînûsê çend kompanyayên madenê kanza lê dane û karê derxistina hesin dikin.

Ev yek jî bûye sedem ku êdî ava Çemê Şîneyê şêlû biherike û gundî jî nekarin pez xwedî bikin.

“Karê wan dizî ye”

Xelkê Marînûsê Zubeyr Duman wiha axivî:

“Nêzîkî 20 salan e her derê dikolin, kes serûbinê vê madenê nizane. Geliyê me û ava me pûç kirin.

Kes çi nizane tenê em dizanin karê wan dizî ye. Karê diziyê jî kes qebûl nake.”

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji gundiyan wergirtine, wezareta pêwendîdar tenê ji bo vekirina 5 kanzayan ruxset daye lê niha li herêmê zêdetirî 20 kanzayên madene hatine vekirin.

“Em dixwazin kompanyaya Sedexê ji vir here û madenên me dernexe”

Xelkê Marînûsê Eyûp Tekîn got, “Li vir tenê kompanyaya Sedex Resourcesê kar dike.

Em jî tevî mezinên xwe nêzîkî du hefteyan hatine vir.

Marînûsî hemû hatine, fikra me yek e.

Em dixwazin Sedex ji vir here û madenên me dernexe.”

Xelkê gundê Marînûsê dixwaze ku kanzayên madenê yên li gundê wan hemû bi temamî bêne girtin û kompanyayên madenê jî ji erdê wan derkevin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst