Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Polatliyê ya Enqereyê otobuseke rêwiyan li lingê pirê xist, di vê qezayê de gelek kes mirin û gelek birîndar jî hene.
Tîmên tenduristiyê birîndaran vediguhêzin nexweşxaneyan û rêya Enqere û Eskîşehîrê hat girtin.
Otobusa ku qeza kiriye ya fîrmaya "Agri Seç Turîzm"ê ye.
Qezayê derdora demjimêr 05:00an rû da.
Li gorî agahiyên, otobusa ku ber bi Eskîşehîrê ve diçû li Polatliyê li lingê pirê da.
Gelek tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemiriandinê çûn cihê qezayê û birîndaran dibin nexweşxaneyên nêzîk.
9 mirî, 26 birîndar
Parêzgarê Enqereyê Vasîp Şahîn ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 9 kes mirine û 26 birîndar hene.
Berpirs ji Rûdawê re axivî
Berpirsekî Agri Seç Turîzmê yê li Otogara Enqereyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku otobus ji Agiriyê ber bi Îzmîrê ve diçû.
Wî berpirsî da zanîn ku piraniya rêwiyên otobusê xelkê parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê ne.
LI ENQEREYÊ QEZAYEKE GIRAN ‼️
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 9, 2024
🛑 Otobusa Agiriyê li lingê pirê xist
🛑 Li gorî agahiyên destpêkê, 9 mirî û 26 birîndar hene pic.twitter.com/3Y6IDDpLbb
Dibe ku ajokar raketibe
Parêzgarê Enqereyê diyar kir, dibe ku ajokar razabe çimkî li cihê qezayê şûna frênan nîne.
Parêzgar herwiha ragihand ku ajokar jî di nav miriyan de ye.
Ajokarekî ku bûye şahidê qezayê jî got ku otobus bi lez diçû, wan hişyariyê dayê lê ajokar dîsa jî bi xwe nehisiyaye.
Otobusa ku ji Agiriyê ber bi Îzmîrê ve diçû li Enqereyê qeza kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 9, 2024
🛑 Li gorî agahiyên destpêkê, herî kêm 9 kes mirine û 26 birîndar hene
📸AA pic.twitter.com/o8FQYX6Xab
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse