Otomobîl û mînîbus li hev qelibîn: 11 birîndar

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan Enqere Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Altindagê ya parêzgeha Enqereyê ya Tirkiyeyê otomobîlek û mînîbusek li hev qelibîn û 11 kes birîndar bûn.

Li xaçerêya ku cadeyên Altinay û Karacabeyê digihin hev, otomobîla bi şofêrtiya Suleyman M. û mînîbusa bi şofêrtiya Yusuf D. li hev qelibîn.

Dema li hev qelibîn, minibus wergeriya û di bûyerê de şofêrên her du wesayitan û 9 rêwî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên derdorê.

Ji ber bûyerê heta demekê rê hat girtin lê piştî ku wesayît ser rê hatin rakirin, rê careke din vebû.

Heta niha ti hûrgilyên din derbarê rewşa tenduristiya birîndaran de nehatine belavkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst