TIRKIYE - Pêşniyara endamtiya Swêdê ya NATOyê hate qebûlkirin

27-12-2023
RÛDAW
Komîsyona Karên Derve ya Tirkiyeyê/Wêne: AA
Komîsyona Karên Derve ya Tirkiyeyê/Wêne: AA
Nîşan Tirkiye NATO Swêd
A+ A-

Hewlêrê (Rûdaw) - Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Tirkiyeyê pêşniyara endamtiya Swêdê ya NATOyê qebûl kir.

Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo endamtiya Swêd a NATOyê civiya.

Di dengdana li komîsyonê de CHP, MHP û AK Partiyê ji bo endamtiya Swêdê dengên erê dan. ÎYÎ Partiyê û Partiya Saadetê jî dengên "na" dan.

DEM Partî jî ku bi helwesta xwe ya li dijî NATOyê tê naskirin, beşdarî dengdanê nebû.

Bi piraniya dengên endamên komîsyonê protokola endambtiya Swêdê ya NATOyê hat qebûlkirin.

“Swêdê hesabê bankê yê Heyva Sor a Kurd girt”

Serokê Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Tirkiyeyê Fuat Oktay got:

“Pêngavên ku saziyên Swêdê heta îro avêtine û sozên wan cihê kêfxweşiyê ne.

Herî dawî çavkaniyên darayî yên piştevanê rêxistina terorê ya Heyva Sor a Kurd hatin astengkirin lê cîbicîkirina guhertinên di yasa û destûra Swêdê de demeke zêde berdewam kir.

Herwiha di rûbirûbûna terorê de hîn encamên çaverêkirî nehatine dîtin.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg pêşwazî li biryara Tirkiyeyê kir.

Jens Stoltenberg roja Sêşemê di daxuyaniyekê de wiha anî ziman:

“Ez pêşwaziyê li dengdana Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Tirkiyeê dikim ku endamtiya Swêdê ya ji bo Hevpeymaniya NATOyê qebûl kir.”

Endamtiya Fînland û Swêdê

Piştî destpêkirina êrişên Rûsyayê yên ser Ukraynayê, Nîsana sala borî, Fînland û Swêdê bi hev re daxwaza endamtiyê pêşkêşî Hevpeymaniya NATOyê ya leşkerî kirin.

4ê Adara îsal Fînland bi fermî bû 31emîn endamê hevpeymaniyê.

Li gorî rêkarên Parlamentoya Tirkiyeyê, biryara Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoyê ji bo Serokatiya Parlamentoyê tê şandin û ji bo biryara dawî li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê deng li serê tê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst