Erdogan protokola beşdariya Swêdê ya ji bo NATOyê îmze kir

23-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Swêd NATO Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Protokola Beşdariya Swêdê ya ji bo NATOyê, ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê ve Recep Tayyip Erdogan ve hat îmzakirin û ji Parlemetoya Tirkiyeyê re hat şandin.

Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro Protokola Beşdariya Swêdê ya ji bo NATOyê îmze kir.

Li gorî daxuyaniyê Protokola Beşdariya Swêdê ya ji bo NATOyê ji Parlamentoya Tirkiyeyê hat şandin.

Di peyama Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê de ya li ser hesabê medyaya civakî wiha hat gotin:

"Protokola Beşdariya Swêdê ya ji bo NATOyê, ji aliyê Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan ve 23ê Çiriya Pêşîn 2023yan hat îmzakirin û ji bo Parlemetoya Tirkiyey hat şandin."

Niha dê çi bibe?

Serokatiya Meclisa Tirkiyeyê dê ewil protokolê ji Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoyê re bişîne. Piştî erêkirina komîsyonê dê protokol ji Lijneya Giştî ya Parlamentoyê re bê şandin.

Piştî erêkirina Lijneya Giştî dê pêvajoya parlamentoyê bi dawî bibe.

Piştî ku Tirkiye belgeya pejirandina endamtiya Swêdê ya NATOyê radestî Amerîkayê bike, Swêd jî dê wekî 32yemîn endama NATOyê bikeve nava wê hevpeymaniyê.

Fînlandiya û Swêdî sala borî piştî dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, serî li endamtiya NATOyê dabû.

Lê Tirkiye destpêkê bi îdiaya ku her du welat piştgiriya PKKyê dikin, endamtiya wan a NATOyê qebûl nekiribû.

Tirkiyeyê piştî danûstandinan, endamtiya Fînlandiyayê qebûl kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst