MÊRSÎN – Di nav mûzan 610 kîlo kokaîn hat girtin

27-10-2023
Nîşan Mêrsîn Mûz Kokaîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bendera Navdewletî ya Mêrsînê ya li ser Deryaya Spî li, di nav kartonên mûzan de 610 kîlo kokaîn hat girtin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li Bendera Navdewletî ya Mêrsînê 610 kîlo kokaîn hatiye girtin.

Yerlîkaya da zanîn ku li ser vê bûyerê 3 kes hatine desteserkirin û yek ji wan xwediyê şirketa mûzan e.

“Me agahî wergirtibû”

Alî Yerlîkaya di hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got:

“Tîmên Şaxa Narkotîkê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Mêrsînê li Bendera Navdewletî ya Mêrsînê di nav konteynerekê de ku barê wê yê yasayî mûz bû, 610 kîlo kokaîn girt.

Keştî ji welatê Ekvadorê dihat û me agahî wergirtibû ku dê di nav kartonên mûzan de kokaînê veguhêzin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst