MÊRSÎN - DEM Partî li navçeya Akdenîzê yekem e

01-04-2024
Nîşan Mêrsîn Akdenîz DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  DEM Partî, li navçeya Akdenîzê ya parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê yekem e.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmartina dengan berdewam dike.

Yek ji cihên ku gelekî dihat meraqkirin jî navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê bû.

Li bajarê Mêrsînê û bi taybetî jî li navçeya Akdenîzê gelek Kurd dijîn û piraniya wan salên 90î neçar mane ku ji welatê xwe bar bikin.

Sala 2019an AK Partî bi rêjeya ji sedî 34,29an li Akdenîzê bûbû yekem û HDP jî bi rêjeya 31,55an bûbû duyem.

Li gorî amarên AAyê, heta niha li Akdenîzê ji sedî 96,74ê dengan hejmartin û encam bi vî rengî ne:

DEM Partî - Hoşyar Sariyildiz: Ji sedî  36,6  (46,454 deng)

AK Partî - Mustafa Muhammet Gultak: Ji sedî  29,66  (37,645 deng)

CHP - Nesîbe Teker Hazîm: Ji sedî  23,47 (29,784 deng)

Piştî ku encamên ewil hatin eşkerekirin, bi dehhezaran kes daketin kolanan û wan ev serkeftin pîroz kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst