Li Mêrsînê qeza: Herî kêm 10 mirî û bi dehan birîndar

26-05-2024
RÛDAW
Nîşan Mêrsîn Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Mêrsînê di Otorêya Tersûs-Edene-Dîlokê (TEG) de gelek wesayîtan li dûv hev qeza kir.

Di qezayê de herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li devera Yenîceyê ya Otorêya TEGyê, otobusa rêwiyan a kompanyaya Star Diyarbekirê ji rê derket û derbasî şirîta din bû ku ji hemberî ve wesayît dihatin.

Otobusê di şirîta din de li 2 otomobîl û kamyonekê xist.

Hat ragihandin ku di qezayê de mirî û birîndar hene û gelek ambulans û polîs çûn cihê bûyerê.

Parêzgarê Mêrsînî Alî Hamza Pehlîvan jî derbarê qezaya trafîkê de daxuyanî da.

Alî Hamza Pehlîvan da zanîn ku li gorî agahiyên destpêkê 10 kesan canê xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.

Li aliyê din, Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya pişrast kir ku di qezayê de 10 kesan canê xwe ji dest da.

Yerlîkaya got ku di qezayê de 39 kes jî birîndar bûne.

Hat zanîn ku otobûsa ku tevlî qezayê bûye ya Amedê ye.

Ev otobûs ji Amedê diçû Stenbolê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst