Şaredariya Akdenîzê hat dorpêçkirin, hevserok hatin desteserkirin

6 demjimêr berê
Nîşan Şaredariya Akdenîzê DEM Partî Dorpêç Hevserok Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokên Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kiriye gotiye, “Qeyûm hatiye tayînkirin.”

Hevserokên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Oruç di biserdegirtinên malan de hatin desteserkirin.

Sedema desteserkirina hevserokên şaredariyê û endamên meclisê nehat zanîn.

Polîsan, avahiya şaredaryê bi bariyeran dorpêç kiriye.

Polîsan rê neda ku Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan bikeve avahiya şaredariyê.

“Qeyûm xesp e, diziya îradeyê ye”

Alî Bozan diyar kir ku polîs di hundirê şaredariyê de lêgerînê dikin û got:

“Polîsan nehiştin em bikevin avahiya Şaredariya Akdenîzê û wan got ku qeyûm biryara qedexeyê daye.

Polîsan ji me re got, ‘Qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin û dê li ser malpera walîtiya Mêrsînê bê parvekirin.’

Qeyûm xesp e, diziya îradeyê ye, em biryara tayînkirina qeyûm qebûl nakin.”

Divê were gotin ku Şaredariya Akdenîzê di destê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê de (DEM Partî) ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst