Protestoyên ji bo Şaredariya Akdenîzê berdewam in

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nerazîbûna DEM Partiyê li pêşiya şaredariya Akdenîzê berdewam e / Wêne: Ji dîmenan
Nerazîbûna DEM Partiyê li pêşiya şaredariya Akdenîzê berdewam e / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Şaredariya Akdenîzê DEM Partî Protesto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, ji doh ve derdora Şaredariya Akdenizê ya Mêrsînê dor pêç kiriye û nahêlin kes nêzîk bibe.

Heya niha jî dorpêça li ser şaredariyê berdewam dike lê hîna biryara danîna qeyûm derneketiye.

 Hevserokên Şaredariyê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan û hinek endamên meclîsê hîna girtî ne û nebirine dadgehê.

Ji doh ve hejmareke alîgir û endamên DEM Partiyê yên li navçeya Akdenîzê ya Mersînê li pêşiya şaredariyê kom bûne û nerazîbûna xwe nîşan didin.

Alîgireka DEM Partiyê got ku ew fêm nakin, li aliyekî civîn û danûstandinên çareseriyê têne kirin, li aliyê din jî girtin û qeyûm berdewam dikin.

Divê were gotin ku Şaredariya Akdenîzê di destê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê de (DEM Partî) ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst