Weqfa Îsmaîl Beşîkçî 13 saliya xwe pîroz kir

2 demjimêr berê
Necmî Orta
Îsmaîk Beşîkçî û Îbrahîm Gurbuz / Wêne: Rûdaw
Îsmaîk Beşîkçî û Îbrahîm Gurbuz / Wêne: Rûdaw
Nîşan Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê ji bo 13emîn salvegera Weqfa Îsmaîl Beşîkçî çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de 86emîn rojbûna Beşîkcî jî hat pîrozkirin û herwiha fîlma "Îsmaîlê Me" ku jiyana nîvsîskarê navdar vedibêje hat pêşandan.

Li Stenbolê bi boneya 13emîn salvegera Weqfa Îsmaîl Beşîkcî (ÎBV) ku li ser navê civaknas û nivîskarê navdar Îsmaîl Beşîkçî hatiye avakirin bernameyeke pîrozbahiyê hat lidarxistin.

Tevî Îsmaîl Beşîkcî, serokê weqfê Îbrahîm Gurbuz, endamên weqfê, rewşenbîr û dostên Beçîkcî jî beşdarî bernameyê bûn.

Di destpêka bernameyê de Îbrahîm Gurbuz axaftinek kir û 13emîn salvegera damezrandina weqfê pîroz kir.

“Weqfa Îsmaîl Beşîkçî serkeftineke girîng bi dest xistiye”

Îbrahîm Gurbuz got, “Ev weqf ji aliyê komek rewşenbîrên Kurd ve sala 2012an li ser navê Îsmaîl Beşîkçî hat damezrand.

Di navbera van 13 salan de Weqfa Îsmaîl Beşîkçî serkeftineke girîng bi dest xist.

Hezkirin û hurmeta xwe pêşkêşî we hemûyan dikim ku di vê roja watedar de we, em bi tenê nehêlan.”

“Beşîkçî lêkolînên hêja kirine”

Gurbuz behsa xebata Beşîkçî jî kir û wiha dewam kir:

“Îsmaîl Beşîkçî salên 1960an dest bi xebatên Kurdolojiyê kir û sala 1990ê gav bi gav li gund û bajarên Kurdistanê geriya û di vî warî de lêkolînên hêja kirin.

Ji salên 1990î û vir ve xebatên Kurdolojiyê di bin saziyên Kurdan de didomîne.

Di vê pêvajoyê de me sala 1991an Navenda Çanda Mezopotamyayê û sala 1992an jî Enstîtuya Kurdî ava kirin û di van saziyan de roleke girîng lîst.

Di heman serdemê de di nav damezrînerên gelek saziyên wekî Weqfa Çanda Mezopotamyayê, Weqfa Çanda Kurd û Weqfa Şêx Seîd de cih girt.

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî îro jî bi heman seknê xebatên xwe yî Kurdolojiyê didomîne.”

Piştî Gurbuz, nivîskarê navdar Îsmaîl Beşîkcî jî axaftinek kir û behsa giringiya xebatên zanistî û pêşxistina hizra azad kir.

Beşîkcî da zanîn ku weqfa wan bi navê Kurd û Kurdistanê xebatên giranbaha kirine û dê berdewam bin.

Paşê fîlmê “Îsmaîlê me” ku derhêneriya wê Fatin Kanat û Onder Înce kiribû hat nîşandan.

Herî dawî ji bo 86emîn rojbûna Îsmaîl Beşîkçî ku 7ê Kanûna Paşîn a 1939an ji dayik bûye, pasta hat birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst