Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yayladagiyê ya parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 4,0 pileyan çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand erdhej demjimêr 07:08an çêbûye.
AFADê daxuyand ku mezinahiya erdhejê 4,0 û kûrahiya wê 13,3 kîlometre bûye.
Heta niha agahiya ti xisarên canî yan madî nehatiye lê erdhej di nav xelkê de bû sedema tirsê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse