Nebûna Kurdî ya di sîstema e-Reçetemê de bû sedema nerazîbûnan

27-08-2023
RÛDAW
Nîşan Kurdî e-Reçetem Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê 5 zimanên cuda li sîstema "e-Reçetem"ê zêde kirin lê cih neda Kurdî.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ragihand ku li pergala e-Reçetemê 5 ziman hatine zêdekirin.

Koca da zanîn ku zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî li sîstema e-Reçetemê hatine zêdekirin.

Koca di daxuyaniya xwe ya ku li ser hesabê xwe yê tora civakî belav kir de got:

“Zimanên ku pêvajoya ceribandina wan di pergala e-Reçetemê de bi dawî bû doh danê sibehê dest bi xizmetê kir.

Xizmeta bi zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî îro li ser înternetê dest pê kir.”

Nebûna Kurdî ya di sîstema e-Reçetemê de bû sedema nerazîbûnan.

"Gelo hûn jî van pirsan nakin?"

HDPyê li ser hesabê xwe yê tora civakî got:

“Kurdên ku piştgiriyê didin AKPyê, gelo hûn jî van pirsan nakin? Birêz Fahrettin Koca qet nebû tu li zimanê xwe jî xwedî derketibayî.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek caran dema ku ziman li sîsteman tên zêdekirin Kurdî tê piştguhkirin.

“Sîstemeke ku Rûsî û Erebî heye çima Kurdî tune?”

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu li ser tweeta Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ya derbarê mijarê de wiha got:

"Zimanê Kurdî ku zimanê dayikê yê bi milyonan welatiyên me ye, li pergala E-RECETEM'ê nehatiye zêdekirin, ev nayê qebûlkirin.

Ev rewş ji bo guhnedana pirsgirêkên bi zimanê dayikê yên welatiyên me yên di wergirtina xizmetên tenduristiyê de ye.

Di sîstemeke ku Rûsî û Erebî heye çima Kurdî tune.”

Baroya Şirnexê ji bo zêdekirina Kurdî serlêdan kir

Baroya Şirnexê jî di daxuyaniya xwe de astengkirina mafê tenduristiyê ya bi zimanê dayikê rexne kir û ragihand ku ji bo zêdekirina Kurdî serî li wezaretê daye.

Baroya Şirnexê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Mafê tenduristiyê yê bi zimanê dayikê nayê astengkirin.

Li pergala E-RECETEMê ya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve bi 5 zimanan dest bi xizmetê kir, zêdenekirina Kurdî ji rastiyan dûr û û li dijî wekheviyê ye.

Ji bo ku Kurdî li E-RECETEMê bê zêdekirin serlêdana fermî li Wezaretê hat kirin.”

Serokê Lijneye Rêveberiya Komeleya Çareseriya Dermanfiroşan Miraç Laçin Ulug jî Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê rexne kir.

Ulug ji bo Kurdî jî li sîstema e-Reçetemê bê zêdekirin bang kir û got:

“Li vî welatî zimanê herî zêde di jiyana civakî û malbatî de tê bikaranîn Kurdî ye.

Dema ku bi mîlyonan vî zimanî bi kar tînin, sedem çi ye ku dibe ku tenê zimanê ku dê di vê nûjeniya ecêb de bi kêr bê, nikaribe cîhekî bigire?”

“Hûn dê bi pratîkên xwe yên nîjadperest û dijminane werin darizandin”

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Parêzer Serhat Eren, nebûna vebijarka Kurdî bi van gotinan rexne kir:

“Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku zimanên Erebî, Îngilîzî, Rûsî, Fransî û Almanî li pergala E-Reçeteyê hatiye zêdekirin.

Kurdî tune, Kurd tune, pirsgirêka Kurd tune, wisa he?

Hemû siyaseta we li ser înkarkirina Kurdan e. Hebûna me ne hewceyî şirove û îspatê ye.

Siyaseta we dê bi vê pratîka we ya nijadperest û dijminane di tarîtiya dîrokê de were darizandin û bê hepskirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst