Rojnamevan Merdan Yanardag hat girtin

27-06-2023
RÛDAW
Nîşan Merdan Yanardag Girtin Abdullah Ocalan TELE 1
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevanê Tirkiyê Merdan Yanardag ku ji ber gotinên xwe yên derbarê rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan hatibû destserkirin, bi biryara dadgehê bi hinceta “Propagandeya rêxistina terorê û pesindana tawan û tawarbar” hat girtin.

Roja Yekşemê 25ê Hezîrana 2023an Rojnamevan û Rêveberê Weşanê yê TELE 1 Merdan Yanardag di bernameyeke televîzyonî de gotibû ku “Tecrîta li ser Abdullah Ocalan ne li gor hiqûqê ye.”

Piştî belavbûna van gotinan li ser medyaya civakî kelek kesan êrîşî Yanrdag kirin û li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji ber wan gotinan bi hinceta “Propagandeya rêxistina terorê û pesindana tawan û tawarbar” derbarê Rêveberê Weşanê yê Giştî yê televizyona TELE 1ê de lêpirsîn dabû destpêkirin û roja Dûşemê hatibû destserkirin.

Li gor zanyariyan roja Sêşemê 27ê Hezîrana 2023an Merdan Yanardag piştî karûbarên îfadeyê ji Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê bo Dadgeha Çaglayanê hatiye birin û li wê derê bi biryara dadgehê hatiye girtin.

Biryara girtina Merdan Yanrdag di nav beşek ji partiyên opozîsyonê de bû sedem karvedanan. Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî Kemal Kiliçdaroglu li ser hesaba ya medyaya civakî  nerazîbûn li hmber girtina Yanardag nîşan da û got: “Divê li vê şaşiya xwe vegerin û Merdan Yanardag bê azadkirin.”

Rojnamevan û Rêveberê Weşanê yê TELE 1 Merdan Yanardag di weşana televîzyonê de gotibû: “Tecrîta li ser Abdullah Ocalan ne li gor hiqûqê ye. Ne malbat û ne jî parêzerên wî nikarin hevdîtinê bikin. Ma qey sîstemeke wiha dibe? Abdullah Ocalan kesekî jîr e ku gelekî pirtûkan dixwîne, analîzên rast dike û ji siyasetê fam dike.”

Piştî ev gotin li ser medya civakî hatin belavkirin Yanardag derbarê vê yekê de peyamek belav kir û got, ev dîmen bi zanebûn hatine birîn û montajkirin. Lê Serokê Desteya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) Ebubekir Şahin li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku ji ber Yanardag pesnê Ocalan daye derbarê televîzyonê de lêkolîn dane destpêkirin.

Rojnamevan Yanardag bersiva Şahin dabû û gotibû: “Ebubekir beg, kesî pesnê kesî nedaye. Berovajiya vê yekê bernameyek heye ku rexne li daxuyaniyên Parlamenterê AK Partiyê Galip Ensarioglu yê ku pesnê Apo dide û rêyeke nû ya proseya çareseriyê digre. Wek dema proseya hilbijartinê bi vîdeoyên montaj li hincetan negerîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst