Li bazara ajelan a Enqerê kirîna qurbanan gelekî kêm bûye

27-06-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Cejna Qurbanê Bazara Qurbanê Enqere Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bazara ajelên qurbanê ya li Enqere ya paytexta Tirkiyê rewşa bazarê nebaş e û ji ber nebûna bazarê ajeldaran pal dane û ji xwe re rûniştine.

Ajeldarên li bazara qurbanê ya Enqerê dibêjin îsal li gor salên borî kirîna ajelan gelekî kêm bûye û ajelên wan di destê wan de mane û xisara wan zêde ye.

Ajaldarek dibêje: “Ev heftiyek e em hatine vir û heta niha me tiştek nefirotiye, em perîşan in. Nirx gelekî daketine. Dema em hatin me ji bo her ajalekê 8 hezar û 500 dixwest niha me nirx daxistine 6 hezar û 500 heta 7 hezar lîreyan. Ji xwe em bizinan nahesibînin, em wan bi 4 hezaran difiroşin. Xelk jî dibêje pere tune ku qurbanê bikirin. Par heta beriya cejnê bi sê rojan me 60-70 pez firotibûn, lê îsal me hêj qet nefirotine."

Ajeldarên hatine vê bazarê dibêjin ger bi vî awayî biçe ew dê dest ji ajeldariyê berdin ji ber ber bi îflasê ve diçin.

Têçûya ajelan giran bûye û xêra ajeldaran kêm bûye. Ajeldar dibêjin li vê bazarê par êmê ajalekê bi 150 lîreyan bû lê îsal gihiştiye 400 lîreyan. Par kirêya cihê ajelan bi 4 hezar lîre bû lê îsal bûye 8 hezar lîre. Herwiha niha têçûya ajelekê gihiştiye 25.000 lîreyan.

Kiryar jî ji nirxên ajelan gazinan dikin û dibêjin şiyana wan a kirînê nîne.

Welatiyek li bazara ajelên qurbanê ya Enqerê dibêje: “Di navbera par û îsal de gelek ferq heye. Ajela ku me par bi 5 hezaran serjê kir îsal bi 15 hezaran e. Xwedê alîkarê me be. Wiha xuya ye ji %80ê xelkê dê îsal qurbanan serjênekin, ji ber pereyên xelkê nînin."

Li vê bazarê salên borî liv û tevgereke zêde hebû. Lê îsal ji ber bilindbûna enflasyon û giraniyê û daketina şiyana kirînê ya welatiyan kirîna ajelan gelekî kêm bûye.

Ajeldar ji rayedaran daxwaz dikin ku çareyekê ji vê rewşê re bibînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst