Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di çar rojan de 5 hezar û 309 kes hatin desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Alî Yerlîkaya, ev kes li 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine desteserkirin û berê bi tohmetên cuda derbarê wan de biryara girtinê hebûye.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê nivîsiye:
"Li 81 parêzgehan bi hevkariya parêzgarî, qeymeqamî, rêveberiyên ewlehiyê, polîs, hêzên parastina peravan û cendirmeyan, di çarçoveya oparasyona bi navê “Çember”ê de, di nav çar rojan de 5 hezar û 309 kesên ku berê bi tohmetên cuda derbarê wan de biryara girtinê hebû hatine desteserkirin."
Alî Yerlîkaya di berdewamiya peyama xwe de got:
"Ji kesên hatine desteserkirin, derbarê 10 kesan de berê biryara 10 sal cezayê girtîgehê heye.
Di heqê 41 kesan biryara 5 heta 10 sal cezayê girtîgehê û 5 derbarê hezar û 258 kesan de jî biryara 0-5 sal cezayê girtîgehê heye."
Alî Yerlîkaya eşkere nekiriye ka wan kesan “çi tawan kirine” yan “ji ber çi tohmet û tawanan” hatine desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse