Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand li seranserê Tirkiyeyê 343 kes di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, hatin desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bîlançoya xwepêşandanên lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê belav kir.
Alî Yerlîkaya diyar kir ku şeva borî li parêzgehên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Çanakkale, Eskîşehîr, Konya û Edîrneyê 343 kesên ku beşdarî xwepêşandanan bûne hatin desteserkirin.
Yerlîkaya tekez kir ku ew rê nadin wan kesên ku dixwazin aramiya civakê têk bidin û gefê li aramiya û ewlehiya miletê wan dixwin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê CHPyî Ekrem Îmamogu 19ê Adarê bi îdîaya “gendelî û alîkariya rêxistina PKKyê” li gel 105 kesên din hat desteserkirin.
Ji roja Ekrem Îmamoglu hatiye destserkirin ve CHP li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û çend bajarên Tirkiyeyê xwenîşandanan dike.
Serokê CHPyê Ozgur Ozel ji xelkê dixwaze ku li dijî biryara girtina Îmamoglu li hemû bajaran derkevin kolanan û biryarê prostesto bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse