Kiliçdaroglu: Em dê helaliyê ji Ahmet Kaya û Roboskiyê bixwazin

27-02-2022
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Hev Helalkirin Ahmet Kaya Roboskî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di civîna “Hev Helalkirinê” ya li Stenbolê de derbarê hinek komkujiyên li Bakurê Kurdistanê hatine kirin de axivî û got “Em dê ji Roboskî helaliyê bixwazin. Em dê helaliyê ji mexdûrên Sêwaz û Mereşê biwxazin. Em dê helaliyê ji mehkûmên girtîgeha Amedê bixwazin."

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu îro 27ê Sibata 2022ê di civîna bi navê “Civîna Hev Helalkirinê” ya li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê de axivî.

Kiliçdaroglu amaje bi wê yekê  da ku wî di çarçoveya serdanên xwe yên hev helalkirinê de bêyî haya medyayê jê hebe serdana gelek cihan kiriye û got “Me derbarê vê mijarê de tiştek negot kesî, lê di vê proseyê de min serdana wan mirovên ku dilên wan hatine şikandin kir. Min ji wan re got ka em dê çi sererast bikin.”

Serokê CHPê diyar kir ku ew dixwaze bi pêngavên xwe yên hev helalkirinê aşitiyê bîne Tirkiyê û got: “Kesên ev gel ji hev cuda kirin û bûn sedema şerê di navbera wan de, ji xwe re koşk çêkirin. Di encam de welat paşket û pêşneket. Kesek ji me pêşiya xwe nabîne û welatê me dewlemend nabe.”

Kiliçdaroglu amaje bi çend bûyer û komkjiyên di demên berê de ji aliyê hêzên emnî yên Tirkiyê ve li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê hatine kirin jî da û got "Rûbrûbûna ligel tiştên ku li vî welatî çêbûna û aşitiya ligel wan tê wateya berdewamkirina rêya me. Soza min heye ez dê vî welatî lihev bînim.”

Serokê Giştî yê CHPê di axavtina xwe de wiha dibêje “Em ê ji Roboskî helaliyê bixwazin. Em dê helaliyê ji mexdûrên Sêwaz û Mereşê bixwazin. Em ê helaliyê ji mehkûmên Girtîgeha Amedê bixwazin. Em dê helaliyê ji leşkerên xwe yên di dadgehan de tên perîşan kirin bixwazin. Emê helaliyê ji Ahmet Kaya bixwazin. Em dê ligel malbatên ciwanên me ku digotin yek çepgir û yek netewperest e û ji ber vê yekê dihatin kuştin helaliyê bixwazin. Divê em birînên xwe bipêçin. Ji ber birîn hê jî vekirî ne. Birînên vekirî me hemûyan feqîr dihêle. Rûbrûbûna ligel tiştên li vî welatî çêbûne û aşitiya ligel wan tê wateya berdewamkirina rêya me. Soza min heye ez dê vî welatî lihev bînim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst