PWK: Hevserokê PÎAyê Ahmet Kaya divê demildest bê berdan

08-06-2024
RÛDAW
Nîşan PWK Ahmet Kaya PÎA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) girtina Hevserokê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya şermezar kir û xwest ku Ahmet Kaya demildest bê berdan.

Tîmên têkoşîna li dijî terorê îro saet 06:00an li Amedê bi ser mala  Hevserokê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya de girt.

Di serdegirtina malê de Hevserokê PÎAyê Ahmet Kaya hat desteserkirin.

Heta niha nayê zanîn Ahmet Kaya ji ber çi sedemê hatiye desteserkirin.

PWKyê desteserkirina Kaya şermezar kir û ragihand ku desteserkirina Kaya nîşana wê hişmendiya ku azadiya fikrî û birêxistinbûnê tune dihesibîne.

PWKyê herwiha got ku Ahmet Kaya divê demildest bê berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst