Li Dîlok û Meletiyê erdhej

07-06-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Meletî Dîlok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi hêza 3.7 pileyê Rîxter çêbû. Herwiha li parêzeha Meletiyê jî erdhejk çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) îro Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an ragihand, îro di demjimêr 08:07an de erdhejek li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê çêbûye.

Li gor AFADê, erdheja îro bi hêza 3.7 pileyê Rîxter û li navçeya Islahiye ya ser bi Dîlokê ve bûye.

Hatiye ragihandin ku erdhej di kûrahiya 13.13 kîlometriya erdê de çêbûye.

Ji ber erdhejê ti zirar çênebûne.

Li Meletiyê jî erdhej çêbû

Li aliyekê din her îro li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê jî erdhejek çêbû.

Resedxaneya Kandilliyê ya ser bi Zanîngeha Bogazicî ya Stenbolê ragihandiye, erdhej li navçeya Yavuzlar-Erende û di demjimêr 09:34an de qewimiye.

Li gor heman çavkaniyê, hêza erdhejê 3.2 pileyê Rîxter û di kûrahiya 4.6 kîlometriya erdê de çêbûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst