Li Dîlokê jî agir bi zeviyên çandiniyê ket

08-06-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok Îslahiye Şewat Zeviyên Çandiniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyeke parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê jî agir bi zeviyên çandiniyê ket û tîmên agirvemirandinê ji bejayê û esman destwerdan kirin û agir vemirandin.

Li gor agahiyan, duh Çarşemê li navçeya Îslahiyeyê ya ser bi parêzgeha Dîlokê ve ji ber sedemeke nehatiye zanîn agir bi zeviyên genim ketiye.

Hatiye ragihandin, ji ber bayê agir her zû li zeviyên din belav û mezin bû.

Piştî ku ji bûyerê hatin agahdarkirin, tîmên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê û ekîbên Rêveberiya Herêmê ya Daristanan a Mereşê midexaleya agir kirin.

Ji bo kontrolkirina agir, helîkopterek, 10 wesayitên agirvemirandinê, 3 wesayitên destwerdana bilez, 4 makîneyên kar, 19 tankên avê û 2 wesayitên dabînkirina avê bi giştî 150 personel ji aliyê Rêveberiya Herêmê ya Daristanan a Mereşê ve bo navçeya agir hatin şandin.

Ekîbên ku li cihê bûyerê amade bûn, hem ji bejayê û hem jî ji esman ve hewl dan agir vemirînin.

Piştî 4 demjimêran, şewat ji aliyê ekîbên li cihê bûyerê ve hat kontrolkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst