Parêzerê Ocalan bersiv da; Beriya hilbijartinê dê bi wî re hevdîtin pêk were?

26-03-2023
Nîşan Abdullah Ocalan Îmralî Îbrahîm Bilmez
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzer Îbrahîm Bîlmez ragihand ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ev du sal in nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û ti agahî ji wan nehatiya hildan. Bîlmez ev rewş weke 'binpêkirina hiqûqê' nirxand û diyar kir ku weke beriya hilbijartinên herêmî yên 2019an egera hevdîtineke surprîz li ber çavan nîne.

Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, îro 26ê Adara 2023uan li Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê bi sernavê “Di înfazê de mafê wekhevî û hêviyê” sempozyumek saz kir.

Parêzêrê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ê bi navê Îbrahîm Bîlmez jî weke axêver tevlî sempozyumê bû.

 Îbrahîm Bîlmez da zanîn ku Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ev du sal in nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û got: “Ev 2 sal in em ji miwekîlê xwe agahiyan nagirin. Ne malbat û parêzer û ne jî fax tên û diçin. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî Îmrali weke pergala îşkenceyê nirxand. CPTê jî got ku hincetên van cezayan jêbawer nînin.”

Bîlmez herwiha anî ziman ku “Îmrali, li gorî pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê nayê birêvebirin” û got ku ew ji rewşa Ocalan bifikar in.

Ji aliyê din ve hinek malperên nûçeyên gotinên Bîlmez weke “Ev du sal in me ji muwekîlê xwe xeber wernegirtiye. Dibe ku canê xwe ji dest dabe. Dewlet dibêje ew dijîn, lê baweriya me bi dewletê nayê” derxistin pêş.

“Min xwest ez vê bibêjim haya me jê nîne”

Derbarê mijarê Parêzer Îbrahîm Bîlmez ji Rûdawê re axivî û got: “Ev yek di dewleteke hiqûqê de nayê fikirîn. Wate rewşa ku hûn bo heyama du salan nekarî ji girtîgehê agahiyekê bistînin nayê qebûlkirin. Eger ji me were pirsîn, em dê nikaribin ew piştrast ku ew hêj dijîn. Min hewl da ku vê bibêjim, jixwe wisa ye, em nikarin tu agahiyan bistînin. Der barê rewşa wan a tenduristiyê de, nexweşiyeke wan a giran heye, çawa dijîn em tiştekî nizanin. Ez wisa difikirim ku ev hevok bi refleksa rojnamevaniyê hat derketiye holê.”

“Ev rewşa awarte ji aliyê dewleta hiqûqê ve nayê qebûlkirin”

Bîlmez anî ziman ku sedema fikarên wan "tecrîda li ser girtiyên Îmraliyê ye” û wiha pê de çû: “Eger di destûra welatekî de hatibe gotin ku dewleta hiqûqê heye, bi yasayan tê birêvebirin, eger yasa hebin, li wî welatî rewşa ku ‘ev du sal in ji girtiyan agahî nayê wergirtin’ rû nade. Eger rastiyeke wiha hebe, yan ew welat ne dewleteke hiqûqê ye, bi makezagonê nayê birêvebirin, yan jî welatekî ku hiqûqê nas nakî ye. Li welatekî wisa mirov nikare behsa ewlehiya hilbijartinan jî bike. Ji ber ku Ev rewşa awarte ji aliyê dewleta hiqûqê ve nayê qebûlkirin. Hemû kes li pêşberî hiqûqê wekhev e. Lê eger îstîsnayek wisa hebe, li wî welatî her tişt dikare rû bide û ewlehiya hiqûqî ya kesê dê nebe. Ev tê qebûlkirin ku; Li Tirkiyê her kêlî dibe ku tiştek were serê her kesî. Li Tirkiyê dibe ku dewlet guh nede qanûnan. Dibe ku dadgeh li gorî daxwazên qanûnê tevnegerin. Mînak ewlekariya hilbijartinê dikare bê nîqaşkirin. Ji ber ku ev du sal in yasa nehatine bicihanîn.”

“Derbarê hevdîtinê de ti agahî nînin”

Li ser pirsa egera hevdîtinên surprîz bi Ocalan re weke beriya hilbijartinên herêmî yên sala 2019an heye Bilmez wiha got: “Ev mijarek ji spekulasyonê re vekirî ye. Ji ber vê yekê ez naxwazim li ser wê şîrove bikim. Derbarê hevdîtinê de ti agahî û ronahî tune. Weke min got, ev du sal in em nikarin bi name û faksê jî agahiyan bistînin. Ji ber vê yekê niha tiştekî wisa nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst