Omer Ocalan: Ez dixwazim apê xwe bibînim

14-09-2024
RÛDAW
Nîşan Omer Ocalan Abdullah Ocalan PKK Îmralî DEM Parti
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku ew dixwaze biçe Îmraliyê û apê xwe Abdullah Ocalan bibîne.

Parlamenterê Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û biraziyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan li ser rewşa apê xwe ji MAyê re axivî.

Omer Ocalan diyar kir ku 42 meh in wan ti xeber ji Abullah Ocalan nestandiye û got:

“Em wekî malbat dixwazin bilez bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.

Divê her kesek piştgiriyê bide vê yekê.

Kurd bi berpirsyariyeke dîrokî re rû bi rû ne.

Kurdistan veguheriye erdnîgariya şer.

Li Rojhilata Navîn şerê 3yemîn ê cîhanê tê sepandin.

Ev yek zererê dide hemû gelên Tirkiyeyê yên ku li metropolan dijîn.

Ji 10an yek para budceya vî welatî ji şerê bi Kurdan re tê veqetandin.

Yên ku ji vî şerê qirêj sûdê distînin hene, rantek heye.

Ji qaçaxiya çekan heta bazirganiya madeyên hişbir, bi vî şerî tê kirin.

Heger aboriya Tirkiyeyê di vî halî de ye ev yek bi înkara Kurdan re girêdayî ye.”

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de ye.

Ev 42 meh in ti agahî li ser Ocalan nînin û rê nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Herî dawî birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan 25ê Adara 2021ê bi rêya telefonê bi Abdullah Ocalan re axivîbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst