Hejmara parlamenterên kîjan bajaran kêm û zêde bû?

26-02-2025
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Hejmara Parlamenteran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmarên nû yên parlamenterên parêzgehan diyar bûn.

Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) li ser bingeha daneyên nufûsê li hejmara parlamenterên Enqere, Mugla û Rihayê 1 zêde kir.

Li Bayburt, Erzirom û Yozgatê jî parlamenterek kêm bû.

Hejmara nû ya parlamenterên bajaran di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Di biryarê de hat diyarkirin ku daneyên herî dawî yên nufûsê yên 31ê Kanûna Pêşîn a 2024an ji aliyê Saziya Amaran Tirkiyeyê (TUIK) ve hatine eşkerekirin û li gorî vê yekê dabeşkirina 600 parlamenteran li gorî parêzgeh û herêmên hilbijartinan hatiye diyarkirin.

Li gorî vê yekê, Enqere dê 37, Stenbol 96 û Îzmîr jî dê 28 parlamenteran bişînin parlamentoyê.

Hejmara parlamenterên ku her parêzgeh dê bişîne parlamentoyê bi vî rengî ye:

Bakurê Kurdistanê: Semsûr 5, Agirî 4, Çewlîg 3, Bedlîs 3, Amed 12, Xarpêt 5, Erzingan 2, Erzirom 5, Dîlok 14, Colemêrg 3, Qers 3, Meletî 6, Mereş 8, Mêrdîn 6, Mûş 3, Sêrt 3, Sêwaz 5, Dêrsim 2, Riha 15, Wan 8, Êlih 5, Şirnex 4, Îdir 2, Erdexan 2, Kilîs 2.

Tirkiye: Edene 15, Afyonkarahîsar 6, Amasya 3, Enqere 37, Antalya 17, Artvîn 2, Aydin 8, Balikesîr 9, Bîlecîk 2, Bolu 3, Burdur 3, Bursa 21, Çanakkale 4, Çankiri 2, Çorum 4, Denîzlî 7, Edîrne 4, Eskîşehîr 7, Gîresun 4, Gumuşhane 2, Hatay 10, Isparta 4, Mêrsîn 13, Stenbol 96, Îzmîr 28, Kastamonu 3, Qeyserî 10, Kirklarelî 3, Kirşehîr 2, Kocaelî 14, Konya 15, Kutahya 4, Manîsa 10, Mugla 8, Nevşehir 3, Nîgde 3, Ordu 6, Rîze 3, Sakarya 8, Samsun 9, Sinop 2, Tekîrdag 8, Tokat 5, Trabzon 6, Uşak 3, Yozgat 3, Zonguldak 5, Aksaray 4, Bayburt 1, Karaman 3, Kirikkale 3, Bartın 2, Yalova 3, Karabuk 3, Osmaniye 4, Duzce 3.

Her wiha Enqere dê bibe 3, Bursa 2, Stenbol 3 û Îzmîr jî dê bibe 2 herêmên hilbijartinê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst