Li nav Deryaya Egeyê 57 koçber hatin desteserkirin

29-07-2024
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Deryaya Egeyê Koçber Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Urla û Foçayê yên parêzgeha Îzmirê ya Tirkiyeyê, di nav Deryaya Egeyê de 57 koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê, li navçeya Urlayê, li nav Deryaya Egeyê di nav belemên plastîk de 9 jê zarok 35 koçber hatine desteserkirin.

Herwiha li navçeya Foçayê jî 13 jê zarok 22 koçberên ku dixwestin bi rêya Deryaya Egeyê derbasî Yunanistanê bibin hatine desteserkirin.

Hatiye ragihandin ku hêzên ewlehiyê her 57 koçber piştî karên fermî ew radestê Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmirê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst