Li şaxa Enqere ya ÎHDê destserkirina 11 rojnamevana hat protestokirin

25-10-2022
RÛDAW
Nîşan IHD Girtina Rojnamevanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Beşek ji sazî û komeleyên rojnamevanan, li Şaxa Enqere ya Komaleya Mafên Mirov (ÎHD) a Tirkiyê destserkirina 11 rojnamevanên Ajansa Mezoptamya û JINEWSê bi daxuyaniyekê çapemeniyê şermezarkirin. Rojnamevanên ku beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûne piştevaniya xwe bo hevpîşeyên xwe yên hatine destserkirin ragihandin.

Îro 25ê Cotmeha 2022ê Hêzên Ewlekariya Tirkiyê di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî ya Enqerê de 11 rojnamevan û xebatkarên Ajansa Mezoptamya û JINEWSê destserkirin ku yek ji wan rojnamevanan dayike û pitikek wê yê 45 rojî heye. Dadweriya Cezayê ya Enqerê ji ber biryara nihêniyê ya derbarê dosyeyê de rê nade ku ew rojnamevan bo 24 demjimêran ligel malbat û parêzerên xwe hevdîtinê pêkbînin. Di çarçoveya heman lêkolînê de biryara 3 rojnamevanên din jî hatiye dayîn û karûxebatên destserkirina wan berdewam in.

Desteserkirina wan rojnamevanan di nav beşek ji sazî, komele, rêxistinên civaka sivîl û komeleyên rojnamevanan yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de bû sedema karevedanan.

Ji bo piştevanî û protesetokirina destserkirina 11 rojnamevan û xebatkarên Ajansa Mezoptamya û JINEWSê her îro 25ê Cotmeha 2022ê li Şaxa Enqerê ya Komelya Mafên Mirov civîneke çapameniyê hat saz kirin.

Tevî nûnerên beşek ji partiyên siyasî, beşek ji rêveberên Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyê (TGS) û Sendîkaya Karkerên Şoreşger a Ragihandinê (DİSK Basın İş) beşdarî civîna çapemeniyê bûn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de tekezî li wê yekê hat kirin ku nabe  nûçegihanî weke mijara tawanbariyê bê dîtin û daxwaza demildest azadkirina  rojnamevanên desteserkirî hat kirin.

Di daxuyaniyê de di serî de rojnamevan, bang li raya giştî jî hat kirin ku li dijî zext û guvaşan bêdeng nemînin.

Rojnamevanên ku beşdarî civîna çapemeniyê bûne piştavaniya xwe bo rojnamevanên destserkirî ragihandin.

Îro li 6 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê polîsan bi ser ofîsên herdu ajansên Mezopotamya û JINNEWSê û malên payamnêrên wan de girtin. Operasyon bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li Enqere, Stenbol, Amed, Wan, Riha û Mêrdînê hatine kirin û li gor zanyariyan heta niha herî kêm 11 rojnamevanên Kurd hatine desteserkirin.

Hêzên Ewlekariya Tirkiye di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî de 8ê Hezîrana 2022ê de  li parêzgeha Amedê jî bi operasyoneke hemewext bi ser gelek malan de girtibûn û 21 rojmavanên Kurd  ên Ajansa Mezopotamya û JINEWSê desteserkiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst