Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê civîna çar alî ya di navbera wezîrên derve û serokên îstixbaratê yên Sûriye, Îran, Tirkiye û Rûsyayê de ragihand ku aliyan "dupat kirin ku ew rêzê li yekparçeyiya xaka Sûriyê digirin, tekezî li ser berdewamiya civînên di vê formê de ji bo dabînkirin û parastina aramiyê li Sûriyê û herêmê kirin".
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê civînê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de ragihand ku Serokê Îstixbarata Tirkiyê Hakan Fidan, Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, Wezîrê Berevaniyê yê Îranê Mihemed Riza Aştiyanî, Wezîrê Beravaniyê yê Sûriyê Elî Mehmûd Ebas û serokên îstixbarata Rûsya, Îran û Sûriyê di civînê de beşdar bûne.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe ya derbarê civînê de wiha got:
“Bihêzkirina rewşa ewlehiya li Sûriyê, aavêtina gavên berbiçav di warê asayîkirina peywendiyên Tirkiye-Sûriyê de, têkoşîna li dijî her cure rêxistinên terorîst û komên tundrew li Sûriyê û xurtkirina xebatên ji bo vegerandina penaberên Sûriyê bo warên xwe hatin gotûbêjkirin.
Aliyan tekez kirine ku ew rêzê li yekparçeyiya axa Sûriyê digirin. Di encama hevdîtina ku atmosfereke avaker de derbas bûye, li ser girîngiya berdewamiya civînan di çarçoweya çaralî de ji bo dabînkirin û domandina aramiyê li Sûriyê û herêmê bi giştî hate tekezkirin.”
Millî Savunma Bakanı Hulusi Akar ve MİT Başkanı Hakan Fidan; Rusya Federasyonu Savunma Bakanı Sergey Şoygu, İran Savunma Bakanı Mohammad Reza Aştiyani ve Suriye Savunma Bakanı Ali Mahmud Abbas ile Rusya, İran ve Suriye İstihbarat Başkanlarıyla 25 Nisan 2023’te Moskova’da bir… pic.twitter.com/Vq16JkQJxP
— T.C. Millî Savunma Bakanlığı (@tcsavunma) April 25, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse