Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket

25-03-2022
RÛDAW
Nîşan girtiyê Nexweş Burhan Babaoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê nexweş Burhan Babaoglu yê ji Rihaya Bakurê Kurdistanê, ku 30 sal in li girtîgehên cuda 30 dihat girtin, hat berdan.

Burhan Babaoglu ku sala 1992ê hatibû girtin û li Girtîgeha Tîpa L a Kepsût a Balikesîrê bû, hat berdan.

Babaogluyê sala 1992ê hatibû girtin, li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatibû darizandin û cezayê heta hetayê lê hatibû birîn. Babaoglu di 30 salan de li Girtîgehên Xarpêt, Amed, Bartin, Kandira, Îskenderûn û Kirikkaleyê ma û 6 sal in li Girtîgeha Kepsûta Balikesîrê dihat girtin.

Babaoglû doh ji aliyê malbat, parêzer, endam û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Balikesirê û rêveberên HDPê yên navend û navçe yên Balikesîrê ve hat pêşwazîkirin.

Babaoglu, spasiya kesên pêşwaziya wî kirin, kir û got, ne hêsan e mirov hestê xwe bîne ziman.

Dema Babaoglû di girtîgehê de bû sala 1994ê birayê wî Nazim Babaoglû yê nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê, dema nûçeyek dişopand hatibû revandin û ji wê rojê ve careke din agahî jê nehat girtin. Nazim Babaoglû, heta îro jî wenda ye û termê wî jî nehatiye dîtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst