Bazirganên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê daxwaza hêsankariya li deriyên sînorî dikin

24-09-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Bazirganên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê daxwaza hêsankariya li deriyên sînorî dikin
Bazirganên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê daxwaza hêsankariya li deriyên sînorî dikin
Nîşan Bazirgan Herêma Kurdistanê Tirkiye Kastamonu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bazirganên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê daxwaz dikin hêsankariyên zêdetir ji wan re bêne kirin da ku bikaribin asta bazarganiyê bilindtir bikin, bazirganên her du aliyan daxwaza rakirina vîzeyê, hesankariyên deriyên sînorî ji Hewlêr û Enqerê dikin.

Di korbenda aboriya Iraq û Tirkiyê ku li bajarê Kastamonu ya Tirkiyê hat li darxistin bazirganên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê û Iraqê pirsa zêdekirina asta bazirganî û rakirina pirsgirêkên li ser rêya wan gotûbêj kirin.

Bazirgan û pîşesazên Herêma Kurdistanê, Iraqê û Tirkiyê hewl didin ku peywendiyên bazirganî di navbera aliyan de zêdetir bibe lê li gorî gotina bazirgan û pîşesazan di serî de mijara derî û vîzeyan dibin sedema lawaziya peywendiyên bazirganiyê.

Li gorî amarên fermî yên ji aliyê Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê ve hatine belav kirin di 6 mehen îsal de qebareyê bazirganiyê ya di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê û Iraqê de derdora 11 milyar dolar bûye, li gorî bazirgan û pîşesazan jî pewistî bi çareserkirina kêşeyên li pêşiya bazirganiya di navbera aliyan de heye.

Nûnere Yekitiya Hinardekar û Hawirdekarên Kurdistanê Şêx Eta Mihemed Nûrî got, “Li Herêma Kurdistanê li deriyên sînorî hinek pirsgirêkên me hene. Sedema wê jî ew e ku gumrika Herêma Kurdistanê û Iraqê li hev nagirin, Iraq biryara Herêma Kurdistanê bi temamî tenfîz dike, ev jî bûye sedemî gumrika zêde li ser hawidekaran û bazirganan.”

Bazirgan Îsmaîl Geylanî got, “Piraniya pîşesaz û bazirganên ku li Hewlêrê hargehên wan hene, pirsgirêka wan ew e ku li gumrikê gelekî zehmetiyan dikişînin. Nikarin kelûpel û barhilgirên xwe yên ku rojane dikevine Herêma Kurdistanê bi awayekî hêsan û zûtir werin birêkirin.”

Bazirganên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê weke pirsgirêk zêdetir behsa mijara gumrik, vîze û pirsgirêkên teknîkî yên deriyên sinorî dikin.

Karsaz Ertugrul Nalbantoglu got, “Ji bo me weke kompanyayên Tirkiyê kêşeya herî mezin mijara vîzeyan e. Ji bo başurê Iraqê vîze tê xwestin lê aliyê bakurê Iraqê ji bo me weke mala me ye, em bê vîze diçin. Li aliyê bakur kêşeyên ewlehiyê jî nînin û aram e. Hebûna vîzeyan bandoreke xirab li karê bazirganiyê dike. Bandora xirab li her du aliyan dibe, mijara din jî baca gumrikê ye, em li Deriyê Îbrahim Xelil bacekê didin lê dema em diçin Bexdayê ew jî bacekê din dixwaze.”

Bazirgan Îsa Yuzuncudur jî anî ziman, “Problema ya sereke barhilgirên me hinek caran 4-5 rojan li gumrikê dimînin.”

Bazirgan û pîşesazên Herêma Kurdistanê, Iraqê û Tirkiyê heman demê daxwaza zedekirina geştên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst