Umit Ozdag protokola veşartî ya di navbera wî Kiliçdaroglu de eşkere kir

23-11-2023
RÛDAW
Nîşan Umit Ozdag Kemal Kiliçdaroglu Protokol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag protokola veşartî ya di navbera wî û serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu de hatibû îmzekirin ji raya giştî re eşkere kir.

Ew protokol berî hilbijartina gera duyem a serokkomariyê ya Gulana 2023yan hatibû îmzekirin.

Eşkerekirina protokola veşartî di rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de dengekî zêde veda.

Wê demê hatibû îdiakirin ku Kemal Kiliçdaroglu eger bi ser bikeve di nav de wezareta navxwe dê 3 wezaretan û serokatiya MÎTê bide Partiya Zaferê.

Partiyên din ên "maseya şeşpartiyî" û HDPyê ji ber protokola veşartî rexneyên tund li Kiliçdaroglu girtibûn.

Kiliçdaroglu jî wê demê hebûna protokolê red nekiribû û gotibû:

“Ne rast e ku ez derbarê wê protokolê de biaxivim. Protokola ku di navbera du kesan de hatiye îmzekirin û radestî namûsa du kesan hatiye kirin.”

Umît Ozdag îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyê protokola veşartî ya ku ji aliyê wî û Kiliçdaroglu ve hatiye îmzekirin parve kir.

4 xalên veşartî yên protokolê wiha ne:

1 - Di nav de Wezareta Navxwe û du wezaretên din bi tevahî 3 wezaret,

2 - Di warê ewlehî, dad û aboriyê de bi hevahengiyê dê postên cîgiriya wezîran ji Partiya Zaferê re bin.

3 - Ji bo postên ku ji Partiya Zaferê bên dayîn û yên ser bi wan ve dê li gel Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag biryar bê dayîn.

4 – Rêxistinên îdarî û rêkarên erkdarkirinê yên wezaretên ku ji Partiya Zaferê re bêne dabînkirin, dê li gorî berî hilbijarinên 14ê Gulana 2023yan wekî xwe bimînin û neyên guhertin.

Ozdag di parvekirina xwe de got:

“CHPyê berî hilbijartina 14ê Gulanê red kir ku bi Partiya Zaferê te ti hevdîtinekê bike.

Lê piştî ku wekî Tifaqa Millet hilbijdartin ji dest da, ji bo gera duyem ji Partiya Zaferê piştgirî xwest.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst