HUDA PAR li dijî Akşener dozê vedike

23-05-2023
RÛDAW
Nîşan ÎYÎ Partî Meral Akşener
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Doza Azad HUDA PARê ragihand, bi sedema ku heqaret û buxtan li wan kiriye, derbarê Seroka Giştî yê ÎYÎ Partiyê Meral Akşener de serlêdana sûcê dike û li dijî wê dozê vedike

Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener duh şev di bernameya kanala televîzyonî ya Haberturkê de têkildarî dirûşmeke HUDA PARê ya derbarê jinan de ku dibêje “Em dê jinên ezeb û tenê bixwedan bikin” bertekek tund nîşan da û ew siyaseta HUDA PARê rexne kir. Akşener got, “Nefam em te bixwedan bikin.”

Akşener îfadeyên HUDA PARê, ku ji lîsteyên AK Partiyê ket parlamentoyê, yên derbarê jinan de rexne kir û got: “Bixwedanbûna jinan ev çî gotinek e? Ez ê niha dijûnan bidim, em jê re bibêjin nefam. Em te bixwedan bikin? Yanî tu merivekî wisa yî? Ma dibe rewşek wiha çêbibe?”

Serokatiya Karûbarên Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HUDA-PARê piştî wan gotinên Meral Akşner ragihand ku ew dê li dijî Akşener dozê vekin.

Di daxuyaniyekê de ku li ser Twitterê hatiye belav kirin, Serokatiya Karûbarên Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HUDA-PARê dibêje: “Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em dê derbarê Meral Akşener de ji ber heqaretên wê yên gemar, bêexlaqî, ji aliyê siyasî ve negihîştî, herî kêm hurmeta ku divê siyasetmedarek xwedî derbikeve, serlêdana sûcê bikin.”

Di bernameya partiyê ya HUDA PARê de tê pêşniyarkirin ku ji bo jinên ku bi tena serê xwe dijîn, siyaseta 'bixwedanbûna jinan' were bikaranîn.

Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşnerer di gelek axaftinên xwe de têkildarî siyaseta jinan rexneyên dijwar li HUDA PARê dike.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst