Numan Kurtulmuş bi Umît Ozdag re civiya

22-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Hilbijartinên Serokkomariyê Numan Kurtulmuş Umit Ozdag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş serdana Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag kir. Kurtulmuş piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û got “Me derfet dît ku em hevdîtineke bi sûd pêk bînin.” Ozdag jî Ozdag jî diyar kir ku ew ê vê hevdîtinê bi desteyên berpirs ên partiya xwe re binirxînin.

Serokwekîlê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş li navenda partiya Zaferê serdana Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag kir.

Piştî hevdîtinê Numan Kurtulmuş û Umît Ozdag daxuyanî dan çapemeniyê.

Kurtulmuş di axavtina xwe de got “Me civîneke pir berhemdar pêk anî. Derfeta me çêbû ku em bi berfirehî li ser rewşa Tirkiyê û pirsgirêkên herêmî dirêj dirêj biaxivin. Aliyê bebiçav ê meselê hilbijartina serokomariyê ye. Em hêvî dikin ku Partiya Zaferê jî piştgiriyê bide serokkomarê me. Ez dixwazim tiştên ku em ji herdu aliyan hevpar dibînin parve bikim. Yekitiya Tirkiyeyê ya ku nayê parçekirin, dixwazim vê nêrînê bibêjim ev mijareke girîng e ku Bakurê Sûriyê, Iraq li ser Tirkiyê gef e ku li hember wê helwestek netewî pêwîst e.

Kurtulmuş axaftina xwe wiha berdewam kir:

Pirsgirêka koçberan, pirsgirêkeke giring e lê em dibêjin ku ev pirsgirêk li gorî şert û mercan derketiye holê. Ji bombeyan reviyan hatin. Sînorek wê jî heye. Em li ser projeyên xwe dixebitin. Ez dixwazim diyar bikim ku em ji bo asayîkirina Sûriyê û ji bo vegera xelkê dixebitin.

Çêkirina xaniyên ku dê îmkanê bide vegera 1 milyon Sûriyeyiyan di rojevê de ye. Xebat berdewam dikin. Nêrînên Partiya Serkeftinê dê piştgirî bin. Birêz Kiliçdaroglu dibêje We 10 milyon Sûrî anîn. Ew jî dizane ku ve ne rast e. Divê li ser penaberan raya giştî bi agahiyên xelet bên agahdarkirin. Îro 4 milyon û 900 hezar Sûrî hene. Me derfet dît ku em hevdîtineke pir bi sûd pêk bînin. Partiya Zaferê jî wê di nav xwe de binirxîne. Ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê ez hêvîdar im ku bibe sedema xêrê.

Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag jî wiha got:

“Di serî de ewlekariya Tirkiyeyê me nêrînên xwe pevguhertin. Me çalakiyên rêxistinên terorê û siyaseta ku divê bê kirin nirxand. Derbarê penaber û qaçaxan de me pêşniyarên çareseriyê yên Partiya Zaferê anîn ziman. Ew hevdîtinek bi sûd bû. Em ê bi hevalên xwe re nirxandinekê bikin. Numan Beg jî wê hin nirxandinan bike.”

Li aliyê din Partiya Zaferê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku dê serokê wan Umit Ozdag dê sibe saet 11.00’an bi civîneke çapemeniyê biryara partiyê ya derbarê gera duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê de eşkere bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst