Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi biryarekê çûna nav daristanan li xelkê qedexe kir û dibêje, wan ev biryar ji ber metirsiya çêbûna agir û şewatê wergirtiye.
Li gorî daxûyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, heya roja 31ê Cotmeha îsal, çûna xelkê bo nava daristanan qedexe ye û ev yek jî ji bo parastina daristanan ji agir hatiye wergirtin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê her wiha dibêje, herî zêde di mehên Tîrmeh û Tebaxê de pileyên germê bilind dibin û pêwîstî bi wergirtina hinek tedbîran heye.
Sala derbasbûyî li 31 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 203 caran agir bi zevî û daristanan ketibû û di encamê de jî 10 hezar 446 hektar zevî û daristan şewitîbûn û her wiha 149 kes birîndar bibûn û 3 kesan jî canê xwe ji dest dabûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse