Îmamoglu û Viyan Tekçe li hev civiyan

02-07-2024
Nîşan Ekrem Îmamoglu Viyan Tekçe Colemêrg Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Hevseroka Şaredariya Colemêrgê Viyan Tekçe li Stenbolê li hev civiyan.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3yê Hezîranê qeyûm danîbû ser Şaredariya Colemêrgê ku di destê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) de bû.

Serokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî hat girtin û 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Ekrem Îmamoglu û Viyan Tekçeyê diyar kir ku tayînkirina qeyûman ne qanûnî ye.

Viyan Tekçeyê amaje pê kir ku girtina Mehmet Siddik Akiş biryareke siyasî ye û ji Îmamoglu xwest mijare bibe rojeve raya giştî.

“Danîna qeyûm ne rast e”

Ekrem Îmamoglu jî diyar kir ku pêvajo bi danîna qeyûman naçe serî û got:

“Dibe ku hinek tiştên li derveyî qanûnan hebin û mirov bên cezakirin.

Di vê rewşê de meclîseke şaredariyê heye û meclîs serokekî hildibijêrê.

Bi danîna qeyûman pêvajo nayê birêvebirin. Helbet ev ne kiryareke rast e.

Qanûn ji bo her kesî wekî hev in. Nabe ku li gorî kes, partî yan jî herêman biguherin.”

Divê were gotin ku Ekrem Îmamoglu di heman demê de Serokê Yekîtiya Şaredariyan a Tirkiyeyê ye jî.

“Meseleya qeyûman ji bo me hemûyan gef e”

 Îmamoglu diyar kir ku ew dê li ser danîna qeyûm raporeke amade bike û berdewam kir:

“Ez dê li ser vê rewşê raporekê amade bikim û bibim encûmenê. Ez dê bixwazim bersivekê bidinê.

Ez dê hewla pêwîst bidim ku vîna meclîsa şaredariyê bi awayekî hiqûqî were bicihanîn.

Em nizanîn bê biryara girtinê ya dadgehê rast e yan na lê ev meseleya qeyûman ji bo me hemûyan gef e.

Eger kiryarên bi vî rengî berdewam berdewam bikin li Tirkiyeyê tiştekî bi navê demokrasiyê namîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst