Di nava du mehan de 4,3 milyon geştyar çûne Tirkiyeyê

22-03-2024
Nîşan Geştyarên Biyanî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyeyê ragihand ku du mehên destpêkê yên îsal 4 milyon û 300 hezar geştiyarên biyanî çûne Tirkiyeyê.

Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyeyê amarên 2 mehên destpêka îsal ên serdana geştyarên biyanî belav kirin.

Li gorî amarên wezaretê, mehên kanûna paşîn û sibatê li gorî heman dema par rêjeya geştyaran ji sedî 12 zêde bûye û hejmara wan bûye 4 milyon û 341 hezar û 606.

Li gorî daxuyaniyê, sibata îsal li gorî sibata sala borî rêjeya geştyarên biyanî ji sedî 22,68 zêde bûye û sibatê 2 milyon û 294 hezar û 579 geştyarên biyanî çûne Tirkiyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst