Tirkiyeyê Eyn Îsa topbaran kir

26-10-2023
Nîşan Tirkiye Eyn Îsa Topbaran Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyeyê şeva borî Eyn Îsa topbaran kir, di topbaranê de kesek birîndar bû.

Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku hêzên Tirkiyeyê, gundewarê rojavayê nahiyeya Eyn Îsayê ya li bakurê parêzgeha Reqayê topbaran kir.

Di vê topbaranê de welatiyê bi navê Beşar Ehmed ê 26 salî birîndar bû.

Di heman êrişê de, sayloya li bakurê Eyn Îsayê, gundê Mişêrfayê yê li rojhilatê Eyn Îsayê û gundê Dendeniyeyê yê li bakurê Minbicê jî hatin topbarankirin.

Dîsa gundên Ilêmat, Cideydê û Seydayê di nav wan cihan de ne ku hatine topbarankirin.

Kareba qut bû

Li aliyê din, medyaya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber vê topbaranê li gelek gundên Girê Spiyê elektrîk hatiye birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst