Tirkiyeyê Efrîn û Heleb topbaran kirin: Birîndar hene

22-10-2023
Nîşan Tirkiye Efrîn Heleb Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyeyê, gundê Şêx Îsayê yê li bakurê Helebê û gundê Meyaseyê yê li navçeya Şêrawayê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Di encama topbarana Tirkiyeyê de welatiyek û leşkerekî Sûriyeyê birîndar bûn.

Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan, artêşa Tirkiyeyê ev her du herêm îro serê sibehê topbaran kirin.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan da zanîn ku li gundê Şêx Îsayê hêzên Kurdî dimînin.

Herwiha li gundê Meyaseyê hem hêzên Kurdî hem jî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê dimînin.

Hêzên Tirkiyeyê Hezîrana borî jî du rojan li pey hev hêzên Kurdî û hêzên hikûmetê yên li gundê Meyase, Til Rifat û Şehbayê topbaran kiribûn.

Di van topbaranan de 5 leşkerên Sûriyeyê hatibûn kuştin û 6 leşker jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst