Resedxaneya Kandîlliyê ji bo erdheja Stenbolê dem diyar kir

22-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Peymangeha Lêkolîna Erdhejê ya Kandîlliyê Prof. Dogan Kalafat dibêje, li Stenbolê di nav 7 salan de egera erdhejeke zêdetir ji hêza 7 pileyê rîxterê heye.

Piştî erdheja 6ê Sibatê ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ku navenda wê Mereş bû, li Tirkiyê nîqaşên derbarê egera erdhejekê li Stenbolê zêdetir bûne û gelek pispor hişyariyê didin.

Rêveberê Peymangeha Lêkolîna Erdhejê ya Kandîlliyê Prof. Dogan Kalafat derbarê mijarê de ji medyaya Tirkiyê re got: “Dibe li Xeta Anadoluya Bakur jî erdhejek çêbibe. Lê çavakaniya wê dê Derya Marmarayê be. Metirsiya vê diyar e. Xeta erdhejê di nav Derya Marmarayê re derbas dibe. Hêza erdheja li vê derê dê di ser 7 pileyan re be.”

Kalafat dibêje, cihê erdhejê diyar e, lê dema wê ne diyar e. Kalafat got: “Em tenê dikarin xebatên datayî (îstatîstîk) bikin. Egera vê erdhejê heta sala 2030 %64 e, heta sala 2050 %75 e û heta sala 2090 %95 e. Dê ev erdhej çêbibe.”

Peymangeha Kandilliyê herwiha ragihand ku di 17 rojên piştî erdheja 6ê Sibatê de 17 hezar û 145 erdhejên paşekî çêbûne ku ya herî mezin bi hêza 6.4 pile li Hatayê çêbû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst