Doza Çeteya Yenîdoganê: ‘Em hêvî dikin tohmetbar cezayê herî giran bistînin’

6 demjimêr berê
Rawîn Stêrk
Parêzer dozê, Ozgecan Sirma û Serpîl Çinar \ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Parêzer dozê, Ozgecan Sirma û Serpîl Çinar \ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Stenbol Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê Kuştina Pitikan Çeteya Yenîdoganê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Endamên Çeteya Yenîdoganê bijîşk, perestar û karmendên qada tenduristiyê ne li dadgehê ne û tên darizandin û parêzer dozê hêvî dikin cezayê herî giran bistîn.

Beriya bi demekê eşkere bibû ku li qada tenduristiyê şebekeyekê ji bo ku pere ji dewlet û malbatan wergire sîstemek avakiriye û bi vî karî rê li mirina gelek bebekan vekiriye.

Ev mijar li Tirkiye bûbû sedema bertekên mezin û demeke dirêj nîqaş li serê hatibûn kirin.

Li dadgehê doza darizandina wan dest pê kir û di îfade û têkiliyên wan ên ku eşkere bûne de tiştên ku zelal dibin, çavê mirov ditirsînin.

Eleqeya zêde ya medyayê û ew tedbîrên ewlehiyê yên li pêşiya Dadgeha Bakirkoy a Stenbolê ji bo darizandina endamên Çeteya Yenîdoganê

Doza wan 47 kesên ku pitikên nû jidayîkbûyî li nexweşxaneyên taybet veguhastine û rê li mirina wan vekirine li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê dest pê kir.

Li gorî belge û agahiyên ku eşkere bûne ev kes bûne sedema mirina 10 pitikan.

“Rewşa jina min li wê nexweşxaneyê ne baş bû”

Mert Evsen jî yek ji wan malbatên mexdûr e û wiha got:

Hevjîna min li Nexweşxaneya Guneyê pitika me anî dinyayê. 4 rojan em li wir ragirtin û di nava wan rojan de jî nêzî 15- 20 hezar lîre pere ji me wergirtin.

Hevjîna min li wir nebaşbû û zikê wê diwerimî. Min paşê ew revandin û bir nexweşxaneyeke din û li wir mehekê raza û rizgar bû.

Şikur pitikê min tiştek pê nehat lê ez gelek bi ber malbatên din dikevim.”

Ev doz û dosya wekî skandala herî mezin ya li qada tenduristiyê tê binavkirin.

Li gor agahî û belgeyan, ev çeteya ku temamê endamên wê ji bijîşk, perestar û karmendên tenduristiyê pêk tê. Çeteya Yenîdoganê

ji bo ku pereyekî zêtedir ji dewletê wergire gelek pitik ji bo nexweşxaneyên taybet veguhestine û li wir dermankirinên pêwîst bo wan nekirine.

Tedawî û dermanên ne guncav dane wan û raste rast bûne sedema mirina pitikan.

Di dozê de 22 tohmet bi awayekî girtî têne darizandin û îdianameya ku hatiye hazirkirin jî hezar û 400 rûpelan pêk tê.

“Ev doz nîşaneya rûxana sîstema tenduristiyê ye”

Parêzer Ozgecan Sirmayê li ser dozê ji Rûdawê re wiha got:

Ew doz di heman demê de nîşaneya rûxana sîstemê tenduristiyê ye li Tirkiye. Ew tişt tenê ne li beşê zarokên ku nû bûne pêk tê. Li beşên kalûpîran jî heye.

Ma qey çeteya beşê stendan nîn e. Qey li beşa diyalîzê ew tişt nabe.

Bi milyon dolaran pere belasebeb ji xelkê tê stendin. Him ji hêla madî ve çavkaniyên me diçin û him jî canên me diçin.”

“Em li bendê de cezayên giran li wan bên birîn”

 Parêzera bi navê Serpîl Çinarê jî wiha got:

“Ew doz êdî bûye malê raya giştî. Bi rastî wehşeteke wisa ye ku qet nayê hişê mirov jî. Ji ber wê yekê jî em li bendê ne ku cezayên gelekî giran li wan kesan bên birîn.”

Piştî ku ew skandal eşkere bû û ruhsatên 10 nexweşxaneyên taybet hatibûn betalkirin û mijar li parlementoyê jî bûbû sedema nîqaş û aloziyan.

Dozgerê dozê jî ji bo tohmetbaran daxwaza bi sedan sal cezayê hepsê dike.

Doza ku li Stenbolê bi beşdariya wan malbatên ku pitikên wan hatine kuştin, hejmareke zêde parêzêr, serokên çendîn baro û siyasetmedaran dest pê kir wê 5 rojan berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst