Prof. Ahmet Ercan dema erdheja Stenbolê eşkere kir

15-02-2024
RÛDAW
Pisporê erdhejê Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan beşdarî bultena Rûdawê bû
Pisporê erdhejê Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan beşdarî bultena Rûdawê bû
Nîşan Erdhej Stenbol Colemêrg Ovgun Ahmet Ercan Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê erdhejê Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan got, “Dema herî nêzîk a ku ji bo erdheja Stenbolê tê texmînkirin sala 2065an e.”

Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan derbarê metirsiya erdhejekê li Stenbolê û koçkirina welatiyan a ji Stenbolê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî dabû.

Ercan destnîşan kiribû, 24 bajar di warê erdhejê de ewle ne û kesên dixwazin ji tirsa erdhejê birevin, bila biçin van bajaran:

“Ji bo erdhejê bajarên ewle Artvîn, Gîresun, Samsun, Rîze, Trabzon, Ordu, Sînop, Kastamonu, Zonguldak, Kirklarelî, Edîrne, Enqere, Eskîşehîr, Konya, Nîgde, Nevşehîr, Isparta, Mêrsîn, Amed, Mêrdîn, Riha, Sêrt, Sêwaz û Kilîs in.”

Pisporê erdhejê Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa egera çêbûna erdehejeke li Stenbolê kir.

“Em li bendê ne cara 17emîn erdhej çêbibe”

Ovgun Ahmet Ercan diyar kir ku ew li Stenbolê di demeke nêzîk de pêşbîniya erdhejekê nake û got:

“Li Deryaya Marmarayê sala 1999an erdhejeke bi mezinahiya 7,6an pileyan çêbû û enerjiya bi qasî 132 bombeyên atomî derxist.

Herêma Marmarayê di warê pêvajoya dîrokî de yek ji wan herêman e ku em herî baş nas dikin.

Li Herêma Marmarayê di 2000 salên dawî de 16 erdhejên wêranker çêbûne û em niha li Stenbolê li benda ya 17emîn in.

Dema ku em li analîzê dinêrin, dema herî nêzîk a ku ji bo erdheja 17emîn tê texmînkirin sala 2065an e. Dibe ku heta sala 2175an jî paş bikeve.”

Egera erdhejê li Colemêrgê

Di van demên dawiyê de li parzgeha Colemerg û navçeyên wê jî metirsiya erdehejê di nav xelkê de çêbûye.

Berî çend rojan navçeya Geverê ya Colemêrgê bi hêza 4,4 pileyan erdhejek çêbû û di encamê de hinek avahiyan zerer dît.

Derbarê vê yekê jî Ovgun Ahmet Ercan got:

“Ji bilî min pisporên din ên erdhejan dibêjin ku tê texmînkirin ku li Colemêrgê erdhêj çêbibe.

Herêm berdewamiya şikestina Bakurê Anadoluyê ye. Li herêmê beşeke ku nayê şikestin heye.

Ew dikare bibe sedema erdhejeke bi mezinahiya 6,3 heta 7,1ê. Erdheja sereke kengî çêbibe em nizanin.

Li ti devera Tirkiyeyê erdhej çênebe jî dê li herêma Çewlîg-Kanîreşê biqewime.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst