Polîsan midaxaleyî bîranîna erdhejê kir: Herî kêm 5 kes hatin desteserkirin

07-02-2024
RÛDAW
Nîşan Erdhej Bîranîn Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê polîsan midaxaleyî çalakiya bibîranînê ya erdhejên 6ê Sibatê kir û herî kêm 5 kes hatin desteserkirin.

Di yekem salvegera erdhejên 6ê Sibata 2023yan de li piraniya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çalakiyên bibîranîna qurbaniyên erdhejê hatin lidarxistin.

Doh bi şev welatiyan bi pêşengiya çendîn saziyên civaka sivîl xwest li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê bi heman awayî qurbaniyên erdhejê bi bîr bînin lê polîsan midaxaleyî çalakiyê kir.

Komeleya Hevgirtina Antakyayê dîmenên midaxaleya polîsan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kirin û ragihand ku di midaxaleyê de herî kêm 5 kes hatine desteserkirin.

6ê Sibata 2023yan 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê çêbûn ku navenda wan Mereşa Bakurê Kurdistanê bû.

Li gorî amarên fermî di wan erdhejan de 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest da û 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûn.

Di erdhejan de li her 11 parêzgehan 35 hezar û 355 avahî bi temamî hilweşiyan û zererên giran, navendî û sivik gihiştin 717 hezar û  614 avahiyan jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst