Fermandar destdirêjî li 15 leşkeran kiribû: 42 sal ceza lê hat birîn

10 demjimêr berê
Nîşan Fermandar Leşker Destdirêjî Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber destdirêjiya li 15 leşkeran 42 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Fermandarê Garnîzona Sakaryayê Fahrî Can Caglar hat birîn.

11 leşkerên ku li bajarê Sakaryayê yê Tirkiyeyê leşkeriya neçarî dikir 2 sal berê serî li Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê da.

Wan 11 Leşkeran da zanîn ku Fermandar Fahrî Can Caglar destdirêjî li wan kiriye.

Leşkeran diyar kir ku ew hemû li jûra VIPyê ya garnîzonê û jûra Fahrî Can Caglar a meqamê rastî destdirêjiya wî hatine.

Li gorî nûçeya Halk TVyê, wî fermandarî piştî nîvê şevê bangî leşkeran kiriye, ji wan xwestiye ku bi kolonyayê masajê li paqên wî bikin û paşê destdirêjî li wan kiriye.

Leşkerê bi A. G. di îfadeya xwe de got ku wî piştî masajê xwestiye ji jûra fermandar derkeve lê fermandar ew hemêz kiriye û dest avêtiye kîrê wî.

“Ji kesî re mebêje”

Leşkerê bi navê C.A.K. jî di îfadeya xwe de got ku Fahrî Can Caglar xwestiye masajê li gunikên wî bike û gotiye:

“Tiştên ku qewimîne dê li vê jûrê bimînin. Ji kesî re mebêje.

Eger hinekan pirsî bibêje, ‘Min dixwest li leşkeriyê bimînim, ji ber wê çûm wê odeyê.’”

Hemû leşkerên din jî di îfadeyên xwe de tiştên bi vî rengî gotin û wan diyar kir ku fermandar ew neçarî hinek tiştan kirine.

Fahrî Can Caglar jî di îfadeya xwe ev tişt red kirin û got ku li berê kemîn hatiye danîn.

Fahrî Can Caglar 6ê Çiriya Pêşîn hatibû girtin û doh rûniştina doza hat kirin.

Dadgehê ji ber sûcê destdirêjiya li 10 leşkeran 42 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da wî fermandarî.

Li hêla din, dozgeriyê destnîşan kiribû ku bi tevahî 15 leşker rastî destdirêjiya wî hatine.

14 leşkeran ji wan giliyê wî kir.

Divê were gotin, leşkerê bi navê Taha Yapar sala 2015an xwe kuştibû û ew xeberguhêzê Fahrî Can Caglar bû.

Wê dema hatibû gotin ku dibe Taha Yapar xwe ji ber destdirêjiyê kuştibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst